Ciwanên Kobanê ji bo bidawîkirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Firatê bi dirûşma “Ciwan fedaî rêber Apo ne” panelek li dar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê îro li avahiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ya bajarê Kobanê ji bo nasandina fikr û felsefeya rêber Ocalan û girîngiya wê ji gelê herêmê re panelek da.

Di destpêka panêlê de sînevizyonek têkildarî jiyana rêber Ocalan hat pêşandan.

Piştre beşdaran tecrîda li ser Rêber Ocalan û armancên wê nîqaş kirin.

Her wiha beşdaran îşaret bi rola rêber Ocalan di nîşankirina rê li pêşiya ciwanan de bi rêya parêznameyên xwe kir ku ciwan ji şerê taybet parast.

Di dawiyê de beşdaran diyar kir ku divê asta têkoşînê bilind bikin da ku tecrîda li dijî rêber Ocalan dawî bibe.

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan bi cih bînin.

Back to top button