Koçberên kampa El Tiweyhînê ya Tebqa li hember nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de xwepêşandanek li dar xistin.
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê bi diruşma “Êdî bes e ji topbarana li dijî herêmên me yên ewle re, em ewlehiyê dixwazin, ne nêzîkbûna Tirkî-Sûrî” meşek li kampa Tiweyhînê ya Tebqayê li dar xist.
Meşê li pêş rêveberiya kampê dest pê kir û li qada giştî ya kampê veguherî mitîngê.
Li wir berdevka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Şeyma Telal daxuyanî xwend û tê de diyar ku 12 sal di ser krîza Sûriyê re derbas bû û heta niha gelê Sûriyeyê di hovantirîn sûc û komployan re derbas dibe.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatiyên Sûriyeyê ji muxalefeta siyasî û hêzên nîştimanî hat kirin ku li hember tiştên li dijî gel bibin yek.