Li Hindistanê 41 karkerên li tunelê asê mabûn nehatine derxistin

Li Hindistanê ev nêzîkî du hefteyan e 41 karker di tunelekeke de asê mane.
Tîmên rizgarkirinê ji bo ku xwe bigihînin karkeran xebatên xwe yên kolandinê didomînin.

Ji 12’ê Mijdarê heya niha xebatên rakirina kavilên tunela ku li eyaleta Uttarakhand a Hîmalaya tê çêkirin hilweşiya, didomin.

Tîmên rizgarkirinê roja Çarşemê nêzî karkeran bûn û lez dan xebatên xwe.

Endamê ekîba rizgarkirinê Praveen Yadav ji rojnamevanan re got:

“Ji bo ku wesayitên sondajê beşa dawî bikolin, rê ji nû ve hatiye vekirin.

Me rê birî û paqij kir û em hêvîdar in ku wê tîmên rizgarkirinê di çend saetên pêş de hemleya dawî bikin.”

Hikûmetê gelek caran anî ziman û bal kişand ku pirsgirêkên teknîkî, erdê Himalayayê û bûyerên ku nayên texmînkirin, tesîrê li xebatên wan dike.

Tîmên rizgarkirinê roja Sêşemê yekem car bi rêya kameraya endoskopîk têkiliya dîtbarî bi karkerên asê mane re danîn.

Li Hindistanê ji bo tunelên hilweşiyayî xebatên rizgarkirinê zêde bûn

Back to top button