Li eyaleta Uttarakhand a li bakurê Hindistanê ji ber hilweşîna tunelekî 40 karker di binê tunelê de asê mane.
Tîmên rizgariyê pirşî ku karibûn bi karkeran re pêywendî çêbikin niha jî ji bo xilasiya wan lez dane xebatên xwe.
Li eyaleta Uttarakhand dema karkeran tunel çêdikirin, beşeke wê ji ber şimitîna axê hilweşiya.
Rayedarekî payebilind li wir ragihand ku wan kariye bi karkeran di tûnelê de asê mane re pêywendî çêbikin.
Piştî wê pirskirêka oksîjen û xwarin ji bo karkeran hatiye çareser kirin.
Lê ji bo derxistina karkeran tîmên rizgarkirinê hîn jî xebarên xwe didomînin.
Polîsê bi navê Arpan Yaduvanshi jî ji BBC Hindi re got:
“Qeza duh saet 05:00’an de qewimî.
Dema ku beşek ji tunela Silkyara ku bi kurahiya 200 metreye hilweşiya, karkerên têde asê man.”
Li gorî agahiya tunel ji ber giraniya zêde ya ku bi ser de hatiye hilweşiyaye.
Hat ragihandin ku ekîbên alîkariyê yên neteweyî û eyaletî ji bo xilaskirina karkeran bi hev re kar dikin.
Her wiha operasyona rizgariyê ji hêla serokwezîrê eyaletê Pushkar Singh Dhami ve tê şopandinê.
Piraniya karkerên ku di tunelê de asê mane ji dewletên din ên wekî Uttar Pradesh, Bihar û Bengala Rojava ne.
Tunela Silkyara ku qala wê tê kirin li navçeya Uttarkashi beşek ji projeya otobana ambargo ya hukûmeta federal a li Uttarakhand e.



