Ji ber roketên ji Libnanê hatîn avêtin 2 Îsraîlî birîndar bûn

Li eniya Libnanê jî rewş aloz e.
Her çiqasî mîna Îsraîl û Hemasê nebe jî, egeriya derketina şerekî dijwar li bakurê Îsraîlê heye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ji ber topên ji Libnanê hatine avêtin 2 welatî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, ji aliyê Libnanê ve bi roketên dijî tankan êrişî herêma Netua ya li bakurê Îsraîlê hatiye kirin.

Yekîneyên topxaneyê yên artêşa Îsraîlê jî li noqteyên ku mûşeka dijî-tankê lê hatiye avêtin xistin.

Li gor nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê da hatin weşandin, ji ber moşeka dijî tankê ya ku li herêma Netuayê hat avêtin 2 kes birîndar bûn.

Her wiha hat ragihandin ku topên hawanê yên ji Libnanê ber bi bajarokê Aramşe yê li herêma sînorî ya Îsraîlê ve hatin avêtin.

Ev top li qadeke vale ketin e.

Hizbullahê ragihand ku wan bi moşekên rêberî êrîş biriye ser leşkerên Îsraîlî yên li herêma sînorî ya li başûrê Libnanê bi cih bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî gef li Hizbullahê xwar û got:

Di rewşa şer de, wê Beyrût mîna Xezayê lê were.

Back to top button