Florecîa Gûarche: Bi fikrê Ocalan re min civaka xwe hîn bêhtir nas kir

Akademîsyen Florecîa Gûarche diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêber Apo dixwazin rê li ber çareseriyê bigrin û got:
“Eger tê xwestin ku pirsgirêk bên çareserkirin hingî nabe ku tecrîd li ser Ocalan hebe.
Ocalan li hemberî pirsgirêkên heyî rêbaza têkoşîna hevpar nîşan dide.”

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmeha 2023’an li 74 deverên cuda yên cîhanê destpê kir, didome.

Ji Zanîngeha Federal a Rîo Grande do Sol a Brezîlyayê akademîsyen Florencîa Gûarche ku li ser paradîgmaya Rêber Apo li qada akademîk kar dike, têkildarî pêngavê û têkoşîna jinên Kurd axivî.

Akademîsyen Florencîa Gûarche anî ziman ku wê di sala 2015’an de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kiriye û got:

“Bi rêya fikrê Abdullah Ocalan min karîbû civaka xwe hîn zêdetir nas bikim.

Ocalan alîkariya me dike ku em xwe nas bikin, nirxên xwe zanibin û bersiveke ji pirsa em kî ne re peyda bikin.

Li dijî sîstemên ku dewlet li ser her cûre cihêkariyê ava dike, Ocalan derfetê dide me ku em li ser bêdewletiyê bifikirin.”

Florecîa Gûarche: Jinên Kurd hêz û rûyê şoreşê ne

Florencîa Gûarche destnîşan kir ku ew pir bi têkoşîna jinên Kurd bandor bûye û wiha pê de çû:

“Îro jinên Kurd li her deverê cîhanê tên naskirin.
Jinên Kurd hêz û rûyê şoreşê ne.
Têkoşîna jinên Kurd ji bo me hemûyan dibe çavkaniya sûdwergirtinê.
Girîngiya Ocalan dide şoreşa jinê ji bo jinên cîhanê hêviyeke mezin e.”

“Pêngava ji bo azadiya Ocalan civakên cuda li hev kom kirin”

Florencîa bal kişand ser pêngava ji bo azadiya Rêber Apo û got:

“Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorekî sereke ye.
Eger tê xwestin ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin hingî nabe ku tecrîd li ser Ocalan hebe.
Bi tecrîdkirina Ocalan re dixwazin rê li ber çareseriyê bigirin.
Em dikarin paradîgmaya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan weke rêbazekê bi kar bînin.
Pêngava ji bo azadiya ocalan civakên cuda li hev kom kirin.”

Prof.Norman Peach: Pêngava li dijî tecrîdê berxwedana navneteweyî ye

Back to top button