Prof.Norman Peach: Pêngava li dijî tecrîdê berxwedana navneteweyî ye

Pisporê hiqûqa navneteweyî Norman Peach anî ziman ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” berxwedaneke navneteweyî ya li dijî tecrîdê nîşan dide û got: “Pêngavê nîşan da ku Abdullah Ocalan derveyî sînorên Kurdistanê jî tê nasîn û ji berjewendiyên siyasî yên dewletan tê parastin.Ev pêngav dikare berxwedanê xurttir bike û hewldanên dewleta Tirk vala derxe”

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 10’ê Cotmeha 2023yan li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir.

Pisporê hiqûqa navneteweyî Norman Peach jî ku tev li pêngavê bûye derbarê pêngavê de axivî.

Prof.Peach: Şert û mercên Îmraliyê yên dijî Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ne

Norman Peach diyarkir ku Tirkiye bi tecrîda li dijî Rêber Apo qanûnên mafê mirovan a Yekîtiya Ewropayê binpê dike û got:

“Şert û mercên Îmraliyê yên dijî Rêber Abdullah Ocalan, qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran û “cezayên dîsîplînê” yên bêyî hincet li dijî hiqûqê ne.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dît ku dewleta Tirk eşkere xalên 5 û 6 ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.

Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a YE pêknayne, divê li dijî vê yekê dewletên ewropa gavên ku heya niha neavetine biavejin.”

Prof.Peach: Pêngava li dijî tecrîdê dikare berxwedanê xurttir bike

Norman destnîşan kir ku pêngava ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin di asta navneteweyî de berxwedana dijî tecrîdê nîşandide û wiha domand:

“Pêngav dide xuyakirin ku êdî Abdullah Ocalan li derveyî sînorên Kurdistanê li cîhanê tê naskirin û ji berjewendiyên siyasî yên dewletan tê parastin.
Ev pêngav dikare berxwedanê xurttir bike û hewldanên dewleta Tirk vala derxe.”

Prof.Peach: Ji bo azadiya Ocalan divê her kes bikeve tevgerê

Norman anî ziman ku divê hemû welatên Ewropayê, ji bo rêgezên serdestiya hiqûqê yên ku pê ve girêdayî ne, bi cih bînin, destwerdanê pêkanînên li Îmraliyê bikin û got:

“Ji bo rakirina tecrîdê û serbestberdana Abdullan Ocalan bi tevlêbûna vê pêngavê re dîsa hat dîtin ku li hemû dewletên Ewropayê piştgiriyek berfireh heye.

Divê dewletên Ewropayê li dijî dewleta Tirk destwerdanên cidî bikin.

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes bikeve tevgerê.”

Rûa Fîtko: Ocalan ji bo hemû civakan rêya rizgarbûnê nîşan dide

Back to top button