Rûa Fîtko: Ocalan ji bo hemû civakan rêya rizgarbûnê nîşan dide

Endama Tevgera Gemeîrsam Kampfenê ya li Almanyayê, Rûa Fîtko li ser paradîgma Rêber Apo axivî.
Rûa Fîtko diyar kir ku paradîgmaya Rêber APO îlhamê dide wan û got:
“Ocalan, jin di serî de ji bo hemû beşên civakî, rêyeke xelasiyê nîşan dide.”

Endama Tevgera Gemeîrsam Kampfenê ya li Almanyayê, Rûa Fîtko têkildarî pêngava ” Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” û girîngiya paradîgmaya Rêber Apo axivî.

Rua Fîtko diyar kir ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ji bo fêmkirina krîzên li cîhanê û sedemên wan girîng e û got:

“Paradîgmaya Ocalan li Rojhilata Navîn û Mezra Botan pêşket.

Lê ji bo qeyrana ku cîhan tê de ye jî çareseriyê pêşkêş dike.

Mînak ev paradîgma ji bo welatê min Almanya jî çareserî û perspektîfekê pêşkêş dike.

Di heman demê de rêyek alternatîf ji krîzên ku ji hêla gelên Almanyayê ve tê jiyîn pêşkêş dike.”

Ji Tevgera Gemeîrsam Kampfenê Rûa Fîtko: Divê em bi hev re têbikoşin

Rua Fitko destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan li hemberî pergalên serdest alternatîfeke girîng pêşkêşî civakan dike û got:

“Em tenê nikarin bi îdeolojiyên netew-dewlet ên îro serdest in ve girêdayî bin.

Ya rast rêyeke duyemîn jî heye, Ocalan di pirtûkên xwe de behsa vê rêya duyemîn dike.

Ocalan pêşkeş dike ku pergaleke bêdewlet, bêdesthilatdar çawa dikare bê avakirin.

Dewletên netewe her tim me bi nasname, zayendperestî, yanî cudahiyên me ji hev vediqetînin.

Weke tevgerên li deverê yên cîhanê, divê em têkiliyên di navbera xwe de xurt bikin û bi hev re têbikoşin.”

“Ocalan ji bo jinan perspektîfên girîng derdixe holê”

Rua Fîtko bal kişand ser girîngiya fikrên Rêber APO ji bo Jinan û got:

“Paradîgmayên Ocalan ji bo jinan xwedî cihekî pir taybet e.

Bi paradîgmaya Ocalan em dikarin li hember her cure polîtîkayên li dijî jinê tê pêşxistin bibin bersiv.”

Rûa Fîtko: Dema ku Ocalan azad nebe civak azad nabin

Rua Fîtko herî dawî bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo a ji bo jinan û got:

“Divê azadiya Ocalan ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin be.

Azadiya Ocalan û azadiya jinan bi hev ve girêdayî ne.

Heta ku Ocalan azad nebe, civakên mexdûrên pergala ku em tê de dijîn azad nabe.”

Parlamenterê Danîmarka yê Parlamentoya Ewropayê: Dive YE banga berdana Ocalan bike

Back to top button