Malbata şehîd Şahîn Elî: Em ê hesab ji xayînan bipirsin

Li Kobanê Malbata şehîd Şahîn Elî yê ku li Şengalê tevî 4 hevrêyên xwe şehîd bû.
Malbata şehîd Şahîn Elî destnîşan kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got:
“Em xwedî xak û doza rewa ne. Em ê hesab ji xayînên tevkariya bi dewleta Tirk re dikin bipirsin”

Dewleta Tirk a dagirker 28’ê kanûna 2023’an de bi balafirên bê mirov 5 karmendên ku bîrên avê li gundên Kora Simoqiyê yên Şengalê dikolandin bombebaran kir û di encam de 5 karmend şehîd bûn.

Ji nav wan 5 şehîdan, şehîd Şahîn Elî yê ji Kobanê heye.

Li kobanê ji bo şehîd şahîn konê sersaxiyê hatiye vedan û di bin konde xuşka şehîd şahîn Cîhan Elî axivî û got:

Dagirkeriya tirkiyê cûdahî naxe navbera biçûk û mezinan. Bi van êrişan dixwazin me bidin koçberkirin û vîna me bişkînin.

Lê dagirkeriya Tirkiyê nikare vîna me ya xurt têk bibe.

Em xwedî xak û doza rewa ne. Em ê hesab ji xayînên tevkariya bi dewleta Tirk re dikin bipirsin.”

Dotmama şehîd Şahîn: Dagirkeriya Tirkiyê wê negihije armancên xwe

Dotmama şehîd, Emîra Elî jî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê herêmê ye da ku piştre planên xwe yên guhertina demografîk pêk bîne û got:

“Piraniya herêmên erdnîgariya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin.

Her wiha sivîl, saziyên xizmetguzarî û nexweşxane jî tên hedefgirtin.

Êdî bila dijminê me yê hov baş bizane ku gelê herêmê planên wê baş nas dike û xaka xwe bernade.”

Ji bo şehîd Şahîn Elî li Kobanê konê sersaxiyê hate vedan

Back to top button