Di êrişa doh a dewleta Tirkiyê a qirker de, li gundekî Şengalê 5 karkerên ku bîrên avê dikolandin, şehîd bûn.
Li gorî agahiyan karkerên li Şengalê şehîd bûn, xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.
Lewra Rêveberiya Xweser a Şengalê hewl dide xwe bigihînin malbatên karkeran.
Nûnerên Rêveberiya Xweser û TAJÊ bi daxuyaniyekî çapemeniyê êriş û bêdengiya hikûmetên herêmê şermezar kirin.
Li gorî agahiyan karkerên li Şengalê şehîd bûn, xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.
Lewra Rêveberiya Xweser a Şengalê hewl dide xwe bigihînin malbatên karkeran û agahiyên zelal yên nasnameyê ji wan bigirin.
Rêveberiya Xweser a Şengal û TAJÊ êriş şermezar kirin
Têkildarî êrişê Nûnerên Rêveberiya Xweser û TAJÊ li Meclîsa Gel a Xanesorê kombûn û daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Ewil çend sanî yê Erebî biherikîne
“Eger serweriya Iraqê hebaya, dewleta Tirk êriş li ser axa wê pêk nedanî”
Aliyan êriş şermezarkirin û bêdengiya sazî û rêxistinên mafê mirovan û hikûmetên li herêmê ên li beramberî êrişan bi tundî rexnekirin.
Endama Kordînasyona TAJÊ Nayîf Şemo diyar kir pêwîste li dijî kirinên li dijî xelkê Şengalê û civaka Êzidî helwest were nîşan dan.
Dawiyê li dijî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirkiyê b anga berxwedanê hate kirin.