Riyad Derar: Heger çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê hebe emê beşdar bibin

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’êRiyad Derar diyar kir ku têkiliyên wan bi awayekî domdar bi dewletên Ewropa û aliyên têkildarî rewşa Sûriyê re hene û gelek dewlet bi domdarî bi wan re di nava têkiliyan de ne û piştevaniya xwe ji xebatên wan re diyar dikin.

Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê bi armanca sererastkirina têgîn û nêrînên ku hin aliyên dijberî demokrasiyê hewl didan berovaj bikin, MSD’ê nivîsgehên xwe li Qahîre û Washingtonê vekirin.

Niha amadekariyan dike da ku di 4’ê Tîrmehê nivîsgeha xwe li Viyanyayê veke.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar derbarê geşedanên dawî û armancên vekirina van nivîsgehan nirxandin kir û wiha got:

“Armanca me ya sereke ji Vekirina nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk li Viyanyayê ew e ku em xwe bighînin hemû sûriyan, diyalogan pêk bînin.

Di hevdîtinên me de yên bi aliyên têkildar re em mijara çawaiya çareserkirina pirsgirêka zarokên çeteyên DAIŞ’ê nîqaş dikin ku bi Rêveberiya Xweser re koordîne tê kirin da ku van veguhêzên welatên wan. “

Têkildarî têkiliyên domdar ên bi dewletên Ewropa û dewletên têkildarî Sûriyê de jî Derar diyar kir ku ew her tim behsa pirsgirêka Sûriyê û çawaiya çareserkirinê dikin.

Em armancên xwe yên zindîkirina rihê demokrasiyê û şerê li dijî DAIŞ’ ji dewletên Ewropayê re diyar dikin.

Derar di dawiya de ev tişt anî ziman :

“Niha em hewl didin ku hevdîtinan li hundir û derve pêk bînin da ku tecrûbeya demokratîk bi xelkê re bidin naskirin, têgehên wê şîrove bikin û nêrînan li ser vê projeyê bidin.

Divê sûrî gav bi gav ji bo çareserkirina vê aloziyê bixebitin.

Back to top button