HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku di 22’ê Hezîranê de li Zapê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got: “Şehîd Mahir û Azad bi têkoşîn û şehadeta xwe bûn pira di navbera gelên Kurd û Ereb de.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de li ser şahadeta gerîlayan ev agahî da:
“22’ê Hezîrana 2023’an di êrişa dijmin a li ser herêma Rojavayê Zapê, zarokê hêja yê gelê me yê Nisêbînê Mahir Binevş û zarokê bi wêrek ê gelê me yê Ereb Azad Serab ku bi baweriya ji yekîtiya gelan tevlî nava refên PKK’ê bû, şehîd bûn.”
“Şehîd Mahir û Azad bi şehadeta xwe bûn pira di navbera gelê Kurd û Ereb de”
HPG’ê diyar kir ku hevrê Mahir û Azad bi têkoşîn û şehadeta xwe bûn pira di navbera gelên Kurd û Ereb de.
HPG’ê bi domdarî wiha qala têkoşeriya şehîdan kir:
“Hevrêyê me Mahir di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û tevlî nava refên gerîla bû.
Asta lêhûrbûna xwe di her kêliya jiyanê de nîşan da û bi fikir û pratîka xwe bû mîlîtanekî Apoyî.
Heta kêliya ku şehîd bûyî, ji xeta berxwedanê û mîlîtaniya Apoyî tawîz neda û têkoşiya. ”
HPG’ê wiha qala têkoşeriya ciwanê gelê Ereb yê Minbicê şehîd Azad jî kir û got:
“Hevrê Azad ku ji Şehîd Feysel Ebû Leyla bandor bû, lewma bi xwişka xwe re tevlî şoreşê bû.
2019’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Heta kêliya gihişt şehadetê bi felsefeya Rêber Apo ve girêdayî bû û erkên xwe bi cih anî.”
HPG’ê dawiyê ji malbatên şehîdan, gelê Kurd û Ereb yên welatparêz re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayan wiha ne:
Nasnav: Mahir Binevş
Nav û Paşnav: Idrîs Erkol
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayikê: Yasemîn
Navê Bav:Suleyman
Cih û Dîroka Şehadetê: 22’ê Hezîrana 2023’an / Zap
Nasnav: Azad Serab
Nav û Paşnav: Alî Demlexî
Cihê Jidayikbûnê: Minbic
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Ahmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 22’ê Hezîrana 2023’an / Zap