Dengên hilbijartina encûmenên parêzgehan bi dest tên hejmartin

3 roj di ser hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê re derbas bû.
Lê heta niha encama diyarker ya hilbijartinê nehatiye eşkerekirin.
Niha jî deng bi dest tên jimartin.
Hemwextî binketina PDK’ê ya li Kerkûk û Nînowayê balkêşe ku Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên ê PDK’yî ji nişka ve çû Tirkiyê.

Xelkê Iraqê li benda encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan in.

Piştî 10 salan di 18’ê Kanûnê de, li Iraqê hilbijartina encûmenên parêzgehan pêkhat.

Hilbijartin bi awayê elektronî pêkhat û dengên amêrên elektronî hatibûn ragihandin.

Doh Komisyona Hilbijartinên Iraqê bang li çavdêr, şêwirmendên hevpeyman, hizb û medyayê kir da ku serdana navendên hilbijartinê bikin û çavdêriya hejmartina dengan ya bi dest bikin.

Îro li parêzgehên Iraqê hejmartina dengdanê ya bi dest destpê kir.

Piştî ku deng bi dest hatin hejmartin, wê encam ji bo komisyonê werin şandin.

“Bêtirî 2 hezar çavdêran hilbijartin şopandin”

Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ragihand ku di dema dengdanan de hezar û 858 çavdêrên navnetewî hilbijartin şopandine.

Her wiha 300 medyayên navnetewî û du hezar û 112 medyayên navxweyî jî proseya hilbijartinê şopandin.

Komisyonê da zanîn ku di heman demê de 333 hezar û 987 kesayetên navxweyî jî çavdêriya hilbijartinê kirine.

Li 15 parêzgehên Iraqê ji 16 mîlyon dengdêran tenê 6 mîlyon kesî dengê xwe bikar anî.

Yanî bi giştî ji sedî 41’ê welatiyên li Iraqê çûn ser sindoqan.

PDK li Kerkûk û Nînowa di sindoqê de ma

Her çiqasî encamên dawî û fermî nehatibe ragihandin jî lê li gorî daneyên heyî, Partî Demokratî Kurdistan PDK binketî ye.

Tevî fêlbaziyan jî PDK’ê li Kerkûk û Nînowa hêza xwe winda kir.

Hemwextî binketina PDK’ê li Nînowa fûad hisên çû Tirkiyê

Piştî vê yekê balkêş e hîna encamên hilbijartinan bi temamî nehatiye eşkere kirin, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên ê PDK’yî û şandeyek bi lez û bez çûn Tirkiyê.

Tê gotin, di hevdîtina PDK û dewleta Tirk a dagirker de li ser ferman û peymanên derveyî pêkhateyan nîqaş hatine kirin.

Meclisa Gel a Mexmûrê serkeftina Qasim Keşko pîroz kir

Back to top button