Efxanistan..Di êrişa li ser Balyozxaneya Rûsya ya li Kabulê de 2 kes mirin

Li Efxanistanê careke din teqînek pêk hat.
Di êrîşa bombeyî ya li nêzî avahiya Balyozxaneya Rûsyayê ya li paytexta Efxanistan Kabulê de herî kêm 2 kes mirin.

Li paytexta Efxanistan Kabulê li nêzî avahiya Balyozxaneya Rûsyayê êrîşeke bombeyî pêk hat.

Li gorî nûçeya RIA ya ajansa fermî ya Rûsyayê, di êrîşê de 2 welatiyên Rûsyayê, dîplomatek û parêzvanek hatine kuştin.

RIA jî ragihand ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê ve hat dayîn de hat gotin,

“Di êrîşê de 2 xebatkarên balyozxaneyê jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha di nav welatiyên Efxan de jî mexdûr hene.”

Polîsê Efxanî ragihand ku xwekujekî xwe li nêzîkî avahiya Balyozxaneya Rûsyayê teqandiye.

Hat diyarkirin êrîşkar beriya ku bigihêje ber deriyê avahiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.

Rûsya yek ji kêm welatan e ku balyozxaneya xwe li Kabulê heye piştî ku Talîban sala borî welat kontrol vekiriye.

Her çend Moskow bi fermî rejîma Talîbanê nas nake jî, li ser şandina sotemenî û madeyên xam bi Talîbanê re danûstandinan dike.

Back to top button