Dergehên Tayha û Tebqa tên vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî biryar da ku wê dergehên Tayha û Tebqa yên di navbera herêmên rêveberî û hikumeta Şamê de li çûn û hatinê vekin.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Mişrif diyar kir ku ev biyar bi boneya cejna Remezanê hatiye dayîn.

Mişrif teqezî li ser wê yekê kir ku wê tedbîrên tenduristî û parastinê di van dergehan de bi baldarî pêk were.

Di çarçoveya biryara Rêveberiya Xweser ya parastina ji vîrûsa Coronayê de, ji 21’ê Adarê ve tevgera li nava bajaran û dergehên sînor hatin girtin.

Ji ber vê yekê jî ketin û derketina li nava bajar û welatên cîran hatin rawestandin.

Bi sistkirina biryarên derneketina derve û bi nêzbûna cejna Remezanê re, rêveberiyê biryar da ku 2 derhegên di navbera herêmên rêveberiya xweser û hikumeta şamê de veke.

Dergehên qala wan tê kirin, Tayha û Tebqa ne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh biryara vekirina van derhan dabû.

Li gorî biryarê wê dergeh di navbera 26 û 29’ê Gulanê de vekirî bimênin.

Şêwirmendê Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Enwer Mişrif li ser mijarê ji ajansa Hewarê re axvî.

Enwer Mişrif eşkere kir ku sedema vekirina deriyên sîrnor ji bo asankirina tevgera çûn û hatinê ye.

Mişrif destnîşan kir ku komîteyên taybet li van dergehan hatin bicihkirin û dê ev komîte tedbîrên tenduristiyê di dema diyarkirî ya vekirina dergeh ji cejnê de li ser kesên ku dikevin herêmên Rêveberiya Xweser û jê derdikevin, pêk bînin.

Mişrif da zanîn ku ev biryar li ser tevahî şêniyên ku hem dixwazin bikevin herêmê hem jî ji herêmên Rêveberiya Xweser derkevin, derbasdar e.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Mişrif işaret bi dergehên Uwn Dadat û Sêmalka kir û dazanîn ku wê ev dergeh heta derketina biryareke nû girtî bimênin.

Back to top button