Pisporê hiqûqa: Dewleta Tirk hiqûqa navnetewî binpê dike

Pisporê Hiqûqa Însanî ya Navnetewî Profesor Marko Sassolî diyar kir ku dewleta Tirk li Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi dagirkerî, qirkirin û guhertina demografiyê hiqûqa navnetewî bin pê dike. Sassolî got, “Komkujiya sivîlan û kuştina şervanên dîl hatine qirtin binpêkirina hiqûqa navnetewî ye û sûcên şer e.”

Pisporê Hiqûqa Însanî ya Navnetewî yê Zanîngeha Cenevreyê Profesor Marko Sassolî ku şewirmendiya Dozgeriya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî jî dike li ser sûcên şer yên dewleta Tirk de ji ajansa Firatê re axivî.

Sassolî diyar kir ku Tirkiye beyî destûr ketiye xaka welatekî, ewder dagir kiriye û bi vê yekê hiqûqa navneteweyî bin pê dike.

PISPORÊ HIQÛQA ÎNSANÎ YA NAVNETEWÎ SASSOLÎ: GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ SÛC E

Sassolî destnîşan kir ku paqijiya etnîkî û guherandina demografiyê sûcekî şer e û ev tişt anî ziman:

“Ger Tirkiye malên gelên li wê derê vala bike û hin kesên din li vir bi cih bike, ev sûc e. Hilweşandin, desteserkirina malan û koçberkirina bi darê zorê li dijî hevpeymanên Cenevreyê ye. Di vir de berpirsyariya hemû dewletan heye.”

Profesor Marko Sassolî bal kişand ser êrîşên li dijî sivîlan û got:

“Hincet çi dibe bila bibe, qetlîamên sivîl, kuştina şervanên ku dîl hatine girtin qedexe ye. Ev hemû binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye û sûcên şer in.”

Sassolî destnîşankir ku ger ev sûcên hatine kirin weren îspatkirin, yên ku ev sûc kirine wê werin darizandin.

PISPORÊ HIQÛQA ÎNSANÎ YA NAVNETEWÎ SASSOLÎ: TI WELAT LI DIJÎ SÛCÊN TIRKIYE ERKA XWE BI CÎH NAYENE

Profesor Marco Sassolî anî ziman ku tevî van sûcan, ji ber rastiyên polîtîk û gefa penaberan a Erdogan ku li Ewrûpayê dixwe, tu dewletek berpisyartiya xwe bi cih nayne.

“Erka Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî ye ku ewlehiya navnetewî û aşitiyê biparêze. Ev şertê NY ye. Ji ber vê yekê neçar e ku Tirkiyê ji Sûriyê derbixe. Lê Tirkiye piştgiriya Rûsya û DYA digre û destûr nade ku biryarek têkildarî wê derbikeve.”

PISPORÊ HIQÛQA ÎNSANÎ YA NAVNETEWÎ SASSOLÎ: SÛCÊN TIRKIYEYÊ TENÊ BI SÛRÎ RE SÎNORDAR NÎNE

Profesor Sassolî destnîşankir ku sûcên Tirkiye yê li dijî Kurdan tenê bi Sûriyê ve sînordar nîne û weha bi dawî kir:

“Tirkiye bi salane di nava sînorên xwe de jî li dijî Kurdan şerekî dike. Li vir mekanîzmayekî navnetewî tune ye, ji ber ku ev di nava sînorên Tirkiye bixwe de çêdibin. Lê di her rewşê de bûyerên li vir diqewimîn binpêkirineke cîdî ya mafên mirovan e.”

Leave a Reply

Back to top button