Mezlûm Ebdî: Dewleta Tirk di êrîşên xwe de çeteyên DAIŞ’ê bikar tîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, Mazlûm Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi kaxeza çeteyên DAIŞ’îyên girtî gefan li cîhanê dixwe û ev çete îro li kêleka Tirkiyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê, Mazlûm Ebdî bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê.

Ebdî, li ser hisabê xwe yê Tiwetterê weha got:

Serokkomarê Tirkiyê bi çend çeteyên DAIŞî yên girtî gefan li cîhanê dixwe.

Belge li gel me hene ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek çeteyên DAIŞ’ê bikar tîne.

MEZLÛM EBDÎ: DIVÊ GIRTIYÊN DAIŞ’Î LI BAKURÊ SÛRÎ BÊN DARIZANDIN

Ebdî destnîşan kir ku ji bo rawestandina gefên dewleta Tirk li dijî cîhanê divê dadgeheke navdewletî li Bakurê Sûrî bê avakirin.

Ji ber ku li vê herêmê DAIŞ sûcên herî xerab kirin.

Beriya niha jî gelek çavkaniyên çapemeniyê bi belge, hebûna çeteyên DAIŞ’ê di nava çeteyên dewleta Tirk ên ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin piştrast kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button