Li ser daxwaza rûspiyên êla العفادلة Efadile, li bajarê Reqayê komxebata eşîrên Ereb pêk hat. Êlên Ereb di komxebatê de destnîşan kirin ku ew bi yekbûna xaka sûrî û serweriya wê re ne û li dijî dagirkeriya Tirk in.
Komxebat êlên Ereb bi beşdariya rûspiyên êlan li bakur û rojhilarê sûrî, endamên Partiya Suriya Pêşerojê, MSD’ê û şêniyên Reqayê pêk hat.
Komxebat li Stada Şehîd Hevrîn Xelef a li ber aywana Weys El-Qerenî hate lidarxistin.
Di komxebat de bi navê şêxê êlên Tebqayê Fewaz El-Bêk, Rêveberiya xweser Ebid Hamid El-mihbaş û bi navê êla El-Mûsa El-Zahir axivîn û diyarkirin ku ew bi yekbûna xaka sûrî û serweriya wê re ne û li dijî dagirkeriya Tirk in.
Rûspiyên êlan diyar kir ku çareseriya aloziya sûrî divê siyasî, ne leşkerî be û li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re nîşan dan.
Her weha bal kişandin ser destûra Sûriyê û diyar kirin ku divê destûr ji aliyên Sûrî ve were nivisandin, destûra li derve were amadekirin nayê qebûlkirin û divê mafê hemû pêkhateyên Sûriyê di destûrê de misoger be.
Di dawiya komxebatê de banga parastina destkeftiyan û xwedîderketina şehîdan kirin û soz dan ku ew ê li gel hêzên xwe bin heta hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.