Çavdêriya Sûrî: Serçeteyekî DAIŞ’î li nava “Cêşa Wetenî ya Sûrî” fermandar e

Roj bi roj rastiya çeteyên bi navê ”Ceşa Wetenî ya Sûrî” ku dewleta Tirk piştgirya wan dike zelal dibe. Serçeteyekî ku berê di nava çeteyên DAIŞ’ê de bû, îro li kêleka artêşa dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku wan agahiyên piştrast bidest xistine ku çeteyên ku berê di nava DAIŞ’ê de bûn, îro li rex dewleta Tirk şer dikin.

Çavdêriyê diyar kir ku serçeteyekî DAIŞ’î ku berê li herêmên Kobanê û Cerabilusê bû, niha weke fermandarekî di nava çeteyên bi navê ”Ceşa Wetenî ya Sûrî” de tevdigere.

Her wiha Çavdêriyê destnîşan kir ku ev çete berê di nava DAIŞ’ê de li herêma Şiyûx Tehtanî bû û paşê çû Cerabulisê.

Lê piştî şikestina DAIŞ’ê tevlî çeteyên dewleta Tirk bû.

Li Cerabulisê di bin destê vî çeteyî de bi dehan sivîl ji ber êşkencekirin hatine kuştin.

Niha ev çete li rex artêşa dewleta Tirk di êrîşîn li dijî Bakur û Rojhialatê Sûrî şer dike.

Leave a Reply

Back to top button