Independent: Li dijî Kurdan paqijiya Etnîkî ya dewleta Tirk didome

Rojnameya The Independent a Birîtanî bal kişand ser sûcên şer ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Kurdan dike û got:
Paqijiya etnîkî li Sûriyê li dijî Kurdan berdewam e. Rojnameyê tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker bi her awayî zextê li Kurdan dike da ku ji xaka xwe koç bibin.

Binpêkirin û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin, di rojeva cîhanê de jî cîh digire.

Rojnamevan û nûçegihanê leşkerî yê Îrlandî Patrick Cockburn sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê, nemaze paqijkirina etnîkî ku li dijî Kurdan dimeşîne, bi gotarekê destnîşan kir.

Di gotara ku di rojnameya The Independent a Birîtanî de hatiye weşandin, Patrick Cockburn wiha dibêje:

Tirkiye bi her awayî li dijî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûrî paqjkirina etnîkî didomîne û ev mijara girîng, zêde bala çapemeniyê nakişîne.

Di destpêka êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî de paqijkirina etnîkî di asta xwe ya herî bilind de bû.

Ev yek jî ji koçkirina bi zorê ya ku Tirkiyê li dijî 190 hezar Kurdên li ser sînor pêk anî diyar bû.

INDEPENDENT: ARTÊŞA TIRK BÊ SERÛBER SIVÎL GULEBARAN KIRIN

Patrick Cockburn di gotara xwe de hedefgirtina sivîlan a ji aliyê artêşa dewleta Tirk ve jî destnîşan kir û da zanîn ku li dijî sivîlan tevî gulebarandina bêserûber, çekên kîmyewî jî hatin bikaranîn û gelek zarokan li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest da.

Patrick Cockburn her weha diyar kir ku dewleta Tirk li dijî şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî avê jî wekî çek bikartîne û weha got:

INDEPENDENT: KIRINÊN TIRKIYÊ YÊN LI EFRÎNÊ DUBARE DIBIN

Tirkiyê bi her awayî dixwaze fişarê li Kurdan bike da ku wan ji xaka wan derxîne, lewre Tirkiyê navenda avê ya navçeya Alok ya li nêzî Serê Kaniyê sekinand û şênî bê av hiştin, kirinên bi vî rengî me li Efrînê jî dîtin.

Leave a Reply

Back to top button