Çalakiya greva birçîbûnê di roja 102 de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li 107 girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dest pê kirî, bi vîneke xurt didome û 102 roj li pey xwe hiştin. Dayikên Aştiyê banga azadiya Rêber Apo kirin. Jinên girtî jî ji bo 8’ê adarê peyam şandin.

Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin, bi biryardarî didome.

Çalakiya grevê bi koma 21’emîn di roj 102 an de berdewam dike.

Li Mexmûrê 81 û li Yûnanistanê jî 64 roj li pey xwe hiştin.

Jinên girtî peyama pîrozbahiya 8’ê Adarê şandin

Girtiyên jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Jinên girtî diyar kirin ku wan bi rengekî rêxistinî û xweparastî li ber xwe didin.

Peyama jinên girtî wiha ye:

Em jinên PKK’î û PAJK’î yên dildarê azadiyê, ku li zindanan bi rengekî mezin li ber xwe didin û têdikoşin, bi boneya 8’ê Adarê bi hezkirina Rêberê xwe silav dikin ku bi keda xwe ya bêhempa jinên Kurd ên têkçûyî ji nû ve rakir ser piyan û bi sebreke mezin gihand vê serdemê.”

Herî dawî 8’ê Adarê li dayikan û jinên Kurdistanê hate pîrozkirin û hate gotin, “Ji bo sedsala 21’ê bikin sedsala jinê, îdîa û hêviya me mezin û xurt e. Serketin her tim a berxwedêran e.

Dayikên Aştiyê: Em azadiya Rêberê xwe dixwazin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar kir ku divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe.

Dayikan gotin:

Tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gel û girtiyan tê meşandin.

Yekitiya neteweyî gelek girînge û divê êdî pêk bê.”

Nûran Sezgîn: Divê her kes xwedî li berxwedana girtîgehan derkeve

Endama Koordînasyona ÎŞTAR’ê ya Mexmûrê Nûran Sezgîn grevên birçîbûnê nirxandin kir û banga xwedîderketina li çalakiyên girtiyan kir.

Nûran destnîşna kir ku ew bi awayekî çalak tev li pêngavên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bûne û anî ziman ku ji bilî grevên birçîbûnê wan wek gelê Wargeha Mexmûrê pêngava “100 sedem ji bo darizandina dîktator” dewam dikin.

Nûran Sezgîn herî dawî got: divê kurd li heû qadan her tiştî bikin, Heta ku rêber Abdullah Ocalan azad nebe, em nikarin bibêjin ku em azad in

Back to top button