Swîsre ji pêçana rû û serî ya di qadên giştî de got “na”

Li Swîsreyê di referandûma li ser qedexekirina rûpêçana li qada giştî bi ferqek biçûk hat erêkirin.

Di nivîsa referandûmê de her çiqasî gotina “pêçana rû û serî” nehatibe bikaranîn jî, partiya neteweperest a Yekîtiya Demokratîk ku pêşengî ji referandûmê re kir, ev yek kiribû hedefa xwe.

Di encama referandûma ku doh pêk hat de, ji bo qedexekirina rûpêçana li qada giştî, ji sedî 51.2 ê beşdaran dengê “erê” hatin bikaranîn.

Ji 26 kantonan 18 ji wan piştgirî dan vê hewldanê.

Rêjeya tevlîbûna li dengdanê jî ji sedî 50.8 bû.

Bi gotineke din milyonek û 426 hezar û 992 kesî dengê xwe ji bo qedexeyê dan, milyonek û 259 hezar û 621 kes jî li ber qedexeyê rabûn.

Rojnameya Le Trîbûne de Geneve ya welat jî bi sernavê “Êdî li kolanên Swîsreyê nayê xwestin ku serpoş û peçe bê dîtin.” nivîsek weşand.

Rojnameya Le Temps jî ragihand ku ew li ber rûpêçanê radibe.

Back to top button