Li rojavayê bakurê Cezayîrê ji ber barana tund lehî rabû, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes winda bûn.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Parastina Sivîlan ve hatî dawyîn, li herêma Chlef di sê wesayîtên ketî nava robarekê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî winda bûn.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.
Ji 300 erkdarên Parastina Sivîlan zêdetir, li gelek wîlayetan alîkarî hate kirin.
Li gorî ajansa APS a nûçeyan, gelek rê ji ber rewşa hewaya xirab hatine girtin.