UNICEF: Ji ber vîrûsa Corona dibe 10 milyon zarok werin zewicandin

Fona Alîkariyê ya Zarokan a NY (UNICEF), bi boneya rojê ragihand ku ji ber vîrûsa corona dibe heta 2030’an 10 milyon zarok werin zewicandin.

UNICEF’ê bi boneya 8’ê Adarê de peyamek weşand û ji ber zewaca temenê biçûk hişyarî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber girtina dibistanan, xerabûna şertên aborî, sekinandina xizmetên raya giştî û mirina dê û bavan dibe ku zarokên temenê wan kêmî 18 salî werin zewicandin.

Zewicandina zarokan di deh salên dawîn de ji sedî 25 kêm bûbû ango pêşiya zewicandina 25 milyon zarokan hate girtin.

Li gorî UNICEF’ê li seranserê cihanê 650 milyon zarokên keç û jin beriya ku têkevin 18 saliya xwe hatin zewicandin.

Nîvê vê zewaca zarokan jî herî zêde li Bangladeş, Brezîlya, Etiyopya, Hindistan û Nîjeryayê pêk hatiye.

Back to top button