QSD’ê daxuyaniyên Tirkiyê derewand

QSD’ê diyar kir daxuyaniya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a têkildarî şehîdxistina 7 şervanên wan ne rast e.
Li aliyê din şervanên QSD’ê di çarçoveya operasyonên xwe yên li Dêrazorê de çeteyekî din girt.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê rewa bike û li ser aloziyên xwe yên hundir bigire propaganda şerê taybet dike û nûçeyên derew diweşîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbarê nûçeyên derew yên Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk a dagirker ku derbarê şervanên wan de belavkirine daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSD’ê ya têkildarî mijarê de wiha hat gotin,

“Di rojên 4-5-7’ê Adarê de ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ve li ser hesabên xwe yên fermî têkildarî li herêmê (bi navê Mertalê Firatê) hîn nûçe belav kirin. Nûçeya ku wekî 7 şervanên me şehîd xistine, ne rast e. Her wiha dibêjin ku wesayîteke teqemenî lê barkirî, bê bandor kirine. Ev bûyerên ku tên gotin, ti rastiya wan nîn e. Divê gelê û raya giştî ji van nûçeyan bawer nekin.”

QSD: Li Mergedayê çeteyek hate girtin

Li aliyê din operasyonên QSD’ê yên li dijî çete û şaneyên veşartî li herêma Dêrazorê dewam dikin.

QSD’ê ragihand ku wan çeteyekî ku karê teqemeniyan dikir û berpirsê êrîşên li dijî QSD’ê bû, li bakurê Mergedayê hat girtin.

QSD’ê da zanîn jimareke çek û alav jî ket destê şervanan.

QSD’ê diyar kir ku ev operasyon bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî pêk hat.

Back to top button