Parêzerên Rêber Apo Rapora binpêkirinên mafan a salekê eşkere kir

Buroya Hiqûqê a Sedsalê Rapora binpêkirinên li Îmraliyê yên sala 2021’ê eşkere kir. Hat diyar kirin rêjima înfazê a girankirî ya li Îmraliyê ji destpêkê de rejimeke êşkenceyê ye û hiqûqa navxweyî û ya navnetewî hatiye binpêkirin. Hat eşkere kirin ku şert û mercên siyasî, civakî û huqûqî tev, serdana malbat û parêzeran bi Rêzdar Ocalan û pêşxistina danûstandinan ferz dikin.”

Buroya Hiqûqê a Sedsalê Rapora binpêkirinên li Îmraliyê yên sala 2021’ê eşkere kir.

Rapor li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê a şaxê Stenbolê bi civîneke çapemeniyê hat eşkere kirin.

Rapora ku bi Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hat amadekirin ji aliyê Parêzerê Rêber Apo Rêzan Sarica ve bi Tirkî hat xwendin.

Hat diyar kirin rêjima înfazê a girankirî ya li Îmraliyê ji destpêkê de rejimeke êşkenceyê ye û hiqûqa navxweyî û ya navnetewî hatiye binpêkirin.

Sarica, beriya ku raporê eşkere bike derbarê pêkanînên li Girava Îmraliyê de axivî û tecrîda li ser Rêber Apo nirxand.

Buroya Hiqûqê a Sedsalê: Li Îmraliyê pêkanînên êşkenceya giran di dewrê de ne

Sarica, bal kişand ser hevdîtina dawî ku di 25’ê Adarê ya 2021’a de bi telefonê hatibû kirin û diyar kir ku ji wê demê ve bi tu awayî ji Rêber Apo agahî nagirin û got: “Li Îmraliye pêkanînên îşkenceya giran di dewrê de ne.”

Piştî nirxandinên Sarica rapora ku hatibû amadekirin hate eşkere kirin.

Di destpêka raporê de hate diyar kirin Girtîgeha Îmraliyê, bi awayekî der hiqûqî, Sibata 1999an, ji bo Rêber Apo hatiye ava kirin û wiha hat gotin;

“Miwekîlên me Rêzdar Abdullah Ocalan 23 sal in, Rêzdar Hamili Yıldırım, Omer Xeyrî Konar û Weysî Aktaş jî 7 sal in di nava ”Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê” de, hatine girtin.

Mafê hevdîtinê yê bi parêzeran û malbatê re û mafê hevdîtina bi telefonê ji navê hatine rakirin.

Ji miwekîlên me yên li giravê tên girtin ji 25ê Adara 2021 heta niha me tu agahî ji wan negirtiye û ji rewşa wan bi fikar in.”

Di raporê de hat diyar kirin di sala 2021’ê de bersiva 71 serlêdanên wasiyê Rêber Apo û malbatê û her wiha 202 serlêdanên parêzeran nehatine dayîn û hat gotin di sala 2021ê de hevdîtinek jî ji hêla malbat û parêzeran ve pêk nehatiye.

Buroya Hiqûqê a Sedsalê: Rêzdar Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve di hucreyeke yek kesî de tê girtin

Di derbarê rewşa Rêber Apo de ev tişt hatin gotin;

-Ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê di hucreyeke yek kesî de bi tena serê xwe tê girtin.

-Deh salên ewil li girtîgehê bi tena serê xwe hatiye girtin.

-12 salên pêşîn mafê hevdîtinê bi parêzeran re hefteyê rojekê bi saetekê hatiye sînordar kirin.

-Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha 11 salan di meha Gulan-Tebaxa 2019’an de pênc caran hevdîtina wî bi parêzeran re çêbûye.
Hevdîtina dawîn a van pênc hevdîtinan jî 7ê Tebaxa 2019’an e.

-Ji sala 2014’an ve bi tenê 5 caran hevdîtin bi malbatê re kiriye.

-Hevdîtina dawîn a rû bi rû ew e ku 3’yê Adara 2020 bi birayê xwe re kiriye.

-Ji roja pêşîn heta niha 27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021 du caran bi telefonê hevdîtin kiriye.

-Hevdîtina dawîn a 25’ê Adarê ya 2021 di demeke kin de di nivî de hatiye birîn û ji wê rojê ve tu agahîya me jê nîn e.

Buroya Hiqûqê a Sedsalê: Şert û mercên siyasî û civakî danûstandinên bi Rêzdar Ocalan re ferz dikin

Di encama raporê de hat diyar kirin ku Girtîgeha Îmraliyê dijî qedexe bûyîna êşkenceyê, mafên bingehîn û azadiyê, rêgez û pîvanên gerdûnî û nirxên demokratîk tê birêvebirin û wiha hat gotin;

“Sala 2021 bû sala herî giran a tecrîdê ku me tu xeber ji Rêzdar Ocalan û miwekîlên xwe yên din negirt.

Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ya ku Destûra Bingehîn, Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê tune tên hesibandin, li Tirkiyê dibe sedema ava bûyîna jiyaneke dijhuqûqî û dijdemokrasî.

Demên ku bi Rêzdar Ocalan re hevdîtin dihatin kirin bêhn dihat ber tevahiya civakê.

Şert û mercên siyasî, civakî û huqûqî tev, serdana malbat û parêzeran bi Rêzdar Ocalan û pêşxistina danûstandinan ferz dikin.”

Back to top button