HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di çalakiyên hêzên wan de 4 dagirker hatine kuştin Her wiha HPG got, artêşa Tirk di nava rojekê de 16 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamê şerê li qadên berxwedanê eşkere kir.
Li gorî vê; “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de de li herêma Zapê
20’ê Kanûnê li nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê tîmên gerîlayan bi çekên giran 2 caran li dagirkeran dan.
Di van çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin.
HPG: Artêşa Tirk 16 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir
Di daxuyaniyê de HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û qirker jî ev agahî dan: Dewleta Tirk a dagirker ku sûcên şer didomîne tenê di 20’ê Kanûnê de herî kêm 16 caran çekên kîmyewî û qedexekirî
3 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên berxwedanê bombe kir