Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîdê li pêş wezareta edaletê ya Tirk rûniştin

Heyetekî ji parlamenterên HDP ji bo rakirina tecrîdê ber bi Wezareta Edaletê ya Enqereyê ve meşiyan.
Heyeta ku li nêzî Wezareta Edaletê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin, dest bi çalakiyê rûniştinê kirin û gotin;
“Heta Rêber Apo karibe parêzerên xwe bibîne wê li ber Wezareta Edaletê bin”
Endamê Desteya Rêveberiya Navendê yê HDP’ê Dogan Erbaş jî diyar kir ku ew pêngavek nû li dijî tecrîda li Îmraliyê didin destpêkirin û xwest Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin

Nêzî du sal in bi ti awayî agahî ji Îmraliyê nayê girtin.

Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re bê bersîv tên hiştin.

Piştî serdana CPT ya li girtîgehê ku derket holê bi Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin, fikarên kurdistaniyan zêde bûn.

Heyetekî ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDP, ji bo rakirina tecrîdê, ber bi Wezareta Edaletê ya Tirkiyê ya li Enqereyê ve meşiyan.

Li nêzî Wezaretê, polisan hewl da rê li heyetê bigre.

Li vir, heyetê daxuyani da û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk axivî.

Berdan Ozturk bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêber Apo her roj tê şidandin û ev bang kir.

“Di serî de gelê kurd, em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku li ber tecrîdê rabin.”

“Heta Rêber Apo bi parêzeran re hevdîtinê bike wê çalakî dewam bike”

Ozturk destnîşan kir ku heta Rêber Apo karibe parêzerên xwe bibîne, ew ê li ber Wezareta Edaletê bin û got,

“Divê tecrîd ji bo siyaseta rojane neyê bikaranîn.

Nêzîkatiya li Îmraliyê ji bo me nêzîkatiya li demokrasiyê, hiqûq û rûmeta mirovahiyê ye.”

Piştî daxuyaniyê, heyetê li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yê HDP’ê Dogan Erbaş jî ku berê parêzeriya Rêber Apo kiriye, rewşa li Îmraliyê ji ajansa mezopotamyayê re nirxand.

Dogan Erbaş: Em pêngaveke nû li dijî tecrîda li ser Ocalan dest pê dikin

Dogan Erbaş diyar kir ku ew pêngavek nû li dijî tecrîda li Îmraliyê didin destpêkirin û got:

“Em wek Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê civiyan û me li ser tecrîdê nîqaş kir.

Em ê bi pêngav û çalakiyên xwe heta tecrîd were rakirin û bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin di tevgerê de bin.”

Her wiha Dogan Erbaş bal kişand ser bêdengiya li Meclisa Tirkiyê jî û ev tişt got:

“Niha li Tirkiyê tenê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re girtî ye.

Wekî din hemû girtî ji kontrola Meclisê re vekirî ne.

Divê endamên Meclisê, endamên Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan bêyî ku destûr bigirin lazim e karibin serdanê bikin.”

Back to top button