Şêniyên Siwêdayê banga darzandina rayedarê hikûmetê kirin

Şêniyên Siwêdayê û Derayê li dijî hikûmeta Şamê daketin qadan. Beşdar El Esed jî bi hatina sersalê efuya giştî derxist.

Çalakî û mêtingên xelkên Siwêdayê ji bo rewşa aborî û jiyanî li hember hikûmeta Şamê dewam dikin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, îro careke din şêniyên Siwêdayê daketin qadan.

Bi dehan ji welatiyan li çerxereya El Meşneqa ya li bajêr kom bûn û çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de agir hate pêxistin û riyên sereke yên li bajêr hatin girtin.

Li vir, bang hat kirin ku berpirsên gendelîkar ên di nava saziyên hikûmetê yên li hemû xaka Sûriyê werin darzandin.

Şêniyên Deraa daxwaza berdana girtiyan li hikumeta Şamê kirin

Çavdêriyê da zanîn ku Şêniyên Derayê jî li dijî hikûemta Şamê derketibûn çalakiyê.

Bi dehan ji xelkên bajarê Casim yê Derayê li qada giştî kom bûn û banga berdan hemû girtiyên di girtîgehên hikûmeta Şamê de kirin.

Hêjmara çekdarên di êirşa Israîlê li ser Şamê de hat kuştin gihişt 5’an

Li aliyê din, hat ragihandin ku di êrişa artêşa Israîlê ya 2 roj berê de hêjmara çekdarên girêdayî hizbûlah û milisîn Îranê ku hatin kuştin, bû 5.

Hêzên hikûmetê cihê çeteyan li Rojavayê Helebê topbaran kir

Dîsa çavdêriya mafê mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûemta Şamê bi topan nuqetên çeteyên dewleta Tirk li rojavayî Helebê topbaran kirin.

Beşdar El Esed efûya giştî derxist

Ajansa Sana ya ser bi hikûemta Şamê ve jî ragihand ku li ser navê Beşdar El-Esed bi hatina sersalê ve efûya giştî derketiye.

Li gorî SANA’yê, Efûya ku derketiye, hemû sûcên ku beriya dîroka 21/12/2022 çêbûne, digre nava xwe.

Hêjayî gotinêye ku bi dehhezaran xelkê Sûriyê bi salan e di zîndanên hikumeta Şamê û dezgehên wê yên istîxbaratê de tên girtin û êşkencekirin û heta niha bi sedan gitî hatiye kuştin.

Back to top button