Rejîm derbasî bajarokê Seraqib bû

Li rojavayê Sûrî şer gur bûye. Hêzên rejîmê ku ber bi Idlibê ve pêş diçin, derbasî bajarokê stratejîk Seraqibê bûn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, piştî vekişandina gelek çeteyên girêdayî Tirkiyê, artêşa rêjîma Sûrî derbasî bajarê Seraqibê ya Idlibê bû.

Li gorî agahiyan, artêşa rêjîmê, balafirxaneya Teftenas ya gundewarê Idlibê dorpêç kiriye.

Li gorî ajansa Sana ya girêdayî rêjîma Sûrî, artêşa rêjîmê riya navdewletî ya Heleb-Seraqib kontrol kir û riyên piştgiriya çeteyan ya ji aliyê gundewarê Helebê ve qut kir.

LI DERDORA IDLIBÊ ŞER GIRANE
“NY” WÊ JI BO REWŞA LI IDLIBÊ BICIVE

NY jî ji bo rawestandina şerê li Idlibê wê sibe civîneke awerte lidar bixin.

Civîna ku li ser daxwaza Fransa, Ingilter û dewletên Yekbûyî yên Amarîka were lidarxistin wê ji raya giştî re vekirî be.

Tê payîn ku Nûnerê NY yê li Sûrî Geir Pedersen derbarê şerê ku ji roja duşemê ve li herêmê gur buyî agahî bide beşdarên civînê.

Back to top button