Îro 14 rojên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê çêdibin ..
Hêzên Asayîşê bi daxwiyniyekê ragihand ku di roja 13’an a Operasyonê de 25 endamên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bîlançoya roja 13’an a operasyonê eşkere kir ..
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
Di roja 13’an a operasyonê de 25 çeteyên din hatin girtin
Di nava wan de 9 jin bûn ..
Her wiha 7 konên ku şaneyên DAIŞ’ê ji bo perwerde û îşkencekirinê bi kar dianîn, hatin rakirin.
4 cercûr û cebilxaneyên kalaşnîkovê, 4 çenteyên leşkerî û harddîskek ku çalkirî bûn, hatin desteserkirin.”
Duhjî di lêgerînê de, jineke DAIŞ’î ku zarokan li ser fikra Daiş’ê perwerde dike hat dîtin û girtin.
Niha li Kampê Operasyon dewam dike ..
Û Hêzên Asayîşê ,QSD’ê û YPJ’ê jî li nava kampê di nava lêgerînê de ne ..