Salih Mislim: Dê encamên baş ji vê serdanê derkevin

Duh Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî şandeyeke payebilind a YNK bi serkêşiya Bafil Telebanî tevî berpisên Amerîkî pêşwazî kir. Serokê YNK’ê Bafil Telebanî, ev cara yekem e ku serdaneke wiha dike.Li vir, aliyên Siyasî û leşkerî yên bakur û rojhilatê Sûriyê jî amade bûn. Hevserokê PYD Salih Mislim derbarê hevdîtinê de axivî û got: “Serokê YNK’ê Bafil Telabanî ji hêzên din bêtir dijimê kurdan nas kiriye û di warê berxwedana li dijî dagirkeriya de, dikare hevkariyeke baş bê kirin.”

Duh Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî şandeyeke payebilind a YNK bi serkêşiya Bafil Telebanî tevî berpisên Amerîkî pêşwazî kir.

Serokê YNK’ê Bafil Telebanî, ev cara yekem e ku serdaneke wiha dike.

Hevdîtin li gel rayedarên Rêveberiya Xweser û PYD’ê jî hat kirin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim, li ser giringiya serdanê û hevdîtinên hatine kirin ji televizyona me re axivî.

Mislim diyar kir ku hatina şandeyeke bi vî rengî di vê demê tiştekî pir girîng e û dê encamên baş jê derkevin.

Salih Mislim: Bafil Telebanî ji hêzên din bêtir dijminê Kurdan nas kiriye

Li ser helwesta wî ya li hemberî dagirkeriya Tirk li Başûr û rojavayê Kurdistanê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim anî ziman ku Bafil Telabanî ji hêzên din bêtir, dijimê kurdan nas kiriye û di vî warî de, dikare hevkariyeke baş were kirin.

Back to top button