HRE’yê ragihand ku şervanên wan Canfeda û Zînal Raco, duh dema li ser erka xwe bûne, şehîd bûne û nasnameya wan eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 2 şervanên xwe eşkere kir.
HER’yê ragihand ku şervanên wan, Canfeda û Zînal Raco di roja 20’ê Kanûnê de dema li ser erka xwe bûn, şehîd ketine û got:
“Erdnîgariya ku ketiye bin dagirkeriyê, ji bo rizgarkirina wê têkoşîneke bêeman tê meşandin û berdêla wê jî mezin e.
Ji bo Efrîneke rizgarkirî û aram bi hezaran lehengên me bûn cangorî.”
HER’yê li ser jiyan û têkoşîna herdu şehîdan ev agahî parve kirin:
“Hevrêyên me Canfeda û Zînal jî ji bo azadiya gel û welatê xwe cihê xwe di eniya herî pêş de girt.
Li hember dagirker û qirkerên gelan bûn mertalên gelê xwe.
Hevrê Canfeda û Zînal ên ji herêma Efrînê ne, dizanî ku encax bi sekna şoreşgerî û têkoşîneke baş li hember van dagirkeran dikare bê sekinandin.
Her du hevrêyên me jî ji roja tevlî refên me bûn û heta keliya şehadetê jî, li ser vê zanebûnê tevlê bûn û ji bo me bûn mînakên şoreşgerên demê.
Em di serî de sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîd Canfeda û şehîd Zînal û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
Me soza ku daye şehîdan, careke din dubare dikin ku em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe û gelê xwe bi cih bînin, têkoşîna xwe bi azadiya mayînde tacîdar bikin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya herdu şehîdan wiha ye:
*****



