Li Til Rifet û Şêrawayê dorpêç bi çalakiyan hate şermezarkirin

Dorpêça li ser Şehbayê bi çalakiyên tê şermezarkirin. Di çalaiyan de bang li rêxistinên mirovî û navnetewî hate kirin ku dawiyê li dorpêça hişk bînin.

Îro li navçeya Til Rifetê bi sedan xwendekarên dibistanan li dijî dorpêçê meşek li darxistin.

Piştî meş veguherî mêtingê daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin: “Ji dema dagirkirina Efrînê heta niha em dibin dorpêçê de ne.

Dorpêça hikûmeta Şamê bi armanca ku em bikevin bin serweriya wan de.”

Di dawiyê de bang li hikûmeta Şamê hate kirin ku êdî dorpêçê rake da zarok vegerin dibistanên xwe û xwendina xwe bidomînin.

Çalakî bi dirûşmeyên ‘na ji dorpêçê re, na ji bêdengiya navnetewî re, belê ji azadiyê re’ bi dawî bû.

Her wiha li gundê Ziyaretê yê Şêrawayê jî daxuyaniyek li ser navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk hate dayîn.

Bi dehan xwendekar û mamoste beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de dorpêç hate şermezarkirin û hat gotin: “Armanc ji vê dorpêçê vîna gel lawaz bikin û gel ji herêmên wan bidin koçberkirin e.

Zarokên bêguneh jî di encamê de ji xwendina xwe bê par mane.”

Di dawiyê de bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku bi erka xwe rabin û dorpêçê rakin.

Back to top button