Hevpeymana Civakî hat erêkirin

Xebatên Hevpeymana Civakî niha di niqaşê de ne.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser piştî reşnivîsa hevpeymanê gihişt ber destê wan, dest bi niqaşa wê kir.
Hevpeyman bi encamnameyekê hate erêkirin.
Êdî navê Meclisa Giştî ya Rêvberiyê jî weke Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêvebeirya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate guhertin.

Piştî xebatên bêtirî 2 salan reşnivîsa Hevpeymana Civakî li Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser tê nîqaşkirin.

Di civîna 91. a meclisê de, dengdan li ser hevpeymanê tê dayîn.

Civîn bi xwendina daxuyaniya têkildarî çawaniya sazkirina Hevpeymana Civakî û mekanîzmeya dengdanê dest pê kir.

Daxuyanî ji aliyê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Yasir El Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo rakirina kêmî û kurtiyan di civîna asayî ya meclisê ku 13’ê Kanûna 2020’an hatî lidarxistin de biryara jinûve sazkirina hevpeymana civakî hatibû dayîn.

Piştre jî di civîna 34′an a Meclisa Giştî ya 10’ê Hezîrana 2021’an de, navên endamên komîteya sazkirina Hevpeymana Civakî û guhertinên ku di mîsaqa bingehîn de hatine kirin, hatin xwendin.

Ev komîteya ji 158 endaman pêk tê , dest bi xebatan kir.

Li kêleka vê Komîteya biçûk di nava derdora 6 mehan de li ser amadekirina reşnivîsa Hevpeyama Civakî xebitî.

Di nava van komîteyan de zayend û mesheb li ber çavan hate girtin.

Bi temambûna amadekirina reşnivîsê re, endamên komîteya berfireh li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser rêzecivîn û hevîtin li dar xistin.

Piştî pêvajoya dirêj ya xebatan, di navbera 4′ê Kanûnê û 7′ê Kanûna 2023′yan de, komîteyê reşnivîsa xweamade kir.

Di 4 rojên nîqaşê yên hatin meşandin de, dawî reşnivîs ji bo Meclisa Giştî ya Rêveberiyê hate şandin.

Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de 134 made hatin erêkirin.

Her wiha navê Meclisa Giştî ya Rêvberiyê jî weke Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêvebeirya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate guhertin.

Rêveberiya Xweser ji bo erêkirina reşnivîsa Hevpeymana Civakî civiya

Back to top button