Şandeya Rêveberiya Xweser bi parlamenterê Danîmarkayê re civiya.
Mijara sereke ya aliyan li ser dosyaya malbatên çeteyên DAIŞ′ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê
bû.
Parlamenterê Danîmarkayê carke din, piştevaniya xwe ya ji bo rêveberiyê anî ziman.
Li nava Ewropa, şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe yên dîplomasiyê didomîne.
Piştî Almanya û Katalonya şande bi parlamenterên Danîmarkî re civiyan.
Şandeya rêveberiyê ji Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, nûnerên Rêveberiya Xweser ên Danîmarkayê Dara Mistefa û Alan Mensûr pêk dihat.
Şande bi endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Danîmarkayê Soren Sondergaard û endamê meclisa Şaredariya Herlovê yê ji Partiya Lîsteya Yekbûyî Îbrahîm Benlî re civiyan.
Li Danîmarka mijarên DAIŞ û êrişên dewleta Tirk ser herêmê hatin nîqaşkirin
Di hevdîtinê de, di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa Sûriyeyê bi giştî, astengiyên siyasî, aborî û ewlehî yên hemberî Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.
Yek ji dosyayê sereke yên cihê nîqaşê jî çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan bû.
Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzariyê hatin nîqaşkirin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kir ku divê komîteyeke lêkolînekirina rastiyan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî were şandin da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker lêkolîn bike.
Danîmarka: Helwesta me a piştevaniya bo Rêveberiya Xweser diyar e
Soren Sondergaard û endamê meclisa Şaredariya Herlovê Îbrahîm Benlî jî got;
Wek Partiya Lîsteya Yekbûyî helwesta me a piştevaniya Rêveberiya Xweser û li dijî êrişên Tirkiyeyê zelal e.
Partiya Lîsteya Yekbûyî ji aliyên pêşîn e ku di dema şerê DAIŞ′ê yên li ser Kobanê de piştgirî da Rêveberiya Xweser.
Di dawiyê de her du aliyan li ser domandina danûstandinan, parvekirina nêrîn û agahiyan li hev kir ku dengê gelê Sûriyeyê were ragihandin û desteka navneteweyî ya domdar ji bo Rêveberiya Xweser were peydakirin.