Bi dîmen..Ji duh heya îro 25 çete hatin girtin

Îro roja pêncemîn a Pêngava QSD’ê ya “Têkbirina DAIŞê” ye..Nûçegihanê me ragihand “Ji duh heya îro 25 çete hatine girtin ku yek ji wan endamekî aberê yê El Qaydayê bû”.

Îro nûçegihanê me bîlançoya roja 5an a vê pêngavê ragihand, ku di nava 24 saetên dawî de 25 çeteyên DAIŞê hatin girtin.

Duh jî, Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên qonaxa duyemîn a Pêngava Têkbirina Terorê di roja çaremîn de eşkere kiribû.

Li gorî daxuyaniyê, di roja 4an de, şervanên QSD’ê 30 km dirêjahî û 60 km firehî li nêzî 15 gundan, operasyonên lêgerînê pêk anîn.

Di encamê de, 10 nuqte hatin serdegirtin û 12 çete û kesên gumanbar hatin girtin, li gel desteserkirina çekên cur bi cur.

Back to top button