Meclisa Jina Azad a Şehbayê pêngava komkirina îmzeyan bi dawî kir

Meclisa Jinên Azad a herêma Şehbayê bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan pêngava îmzekirinê dabûn destpêkirin, ev pêngav bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Jina Azad ya navçeya Fafînê bi beşdarbûna bi dehan jinên hate dayin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC’ê Rohayî Kûsa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, heya niha tecrîdeke girankirî li ser Rêber Ocalan di zindana Îmraliyê de tê meşandin.

Jinên Herêma Şehbayê jî ji bo azadiya Rêber Ocalan pêngaveke komkirina îmzeyê dabû destpêkirin.

Her wiha hate diyar kirin ku niha ew vê pêngava xwe bi dawî dikin, lê têkoşîna wan li vir ranewestiyaye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên mirovan hate kirin ku bi erka xwe rabin û vê tecrîdê bi dawî bikin.

Back to top button