Li Efrînê dagirkeran 3 welatiyên din revandin

Li Efrîna dagirkirî, kiryarên hovanê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin.
Dagirkeran 3 welatiyên din revandin.

Malpera Afrîn Post ragihand ku duh çeteyan ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê welatiyê bi navê Zuhêr Reşîd Faris (38) yê ji gundê Meimila ya Reco revand.

Beriya çend rojan li heman taxê jî, çeteyan welatiyê bi navê Alai Izet Mihemed yê ji gundê Qîbarê yê Efrînê revand.

Malperê da zanîn ku bi armenca standina pereyan, çeteyan her du welatî revadin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûrî jî ragihand ku li gundê Bedîna yê navçeya Reco çeteyan welatiyê bi navê Mesûd Elî Gêlo (19) revand û ji bo berdana wî 3 hezar dolar xwestin.

Li gorî navendê, navên 112 kesên ku dagirkeran ji Efrînê revandine, belgekirine.

Back to top button