Tevgera Azadî li dijî êrişên Tirkiyê pêngava heştegê didin destpêkirin

Tevgera Azadî ragihand ku li dijî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker di 26’ê Nîsanê de pêngava heştegê didin destpêkirin.

Tevgera Azadiya li parêzgeha Silêmaniyê daxuyaniyek a çepemeniyê da û ev tişt got:

“Dewleta Tirk a dagirker ti firsendekê ku ji bo komkujî û êrişkirina gelê Kurd, ji dest nade.

Di nava du salên borî de dewleta Tirk a dagirker bi dehan car Başûrê Kurdistanê, bi çekên kîmyawî bombebaran kiriye.

Di encama vê de gelek welatî bûne qurbanî û ziyanek mezin gihiştiye jîngeha Başûrê Kurdistanê.

Tevgera Azadî diyar kir ku ji ber van êrişan ew ê di 26’ê Nîsanê saet 20:00’an de ji bo rawestandina êrişên hewayî yên dewleta Tirk, pêngava heştegê didin destpêkirin.

Tevgerê hêvî kir ku gel bi awayekî girseyî bajdarî pêngava Haştagê bibin.

Back to top button