Rêveberiya Xweser daxwiyaniya wezîrê karê derve yê Swêdê şermezar kir

Wezîrê karên derve yê nû yê Swêdê Tobias Bellstrom bi daxwiyaniyekê raghandibû ku piştgiriyê Kurdan yan jî YPG`ê nake.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye nerazîbûna xwe li hember vê daxwiyaniyê nîşan da.

Daîreyê têkildarî daxuyaniya wezîrê karên derve yê nû yê Swêdê Topiyas Bilstrom, daxuyaniyek da.

Di daxwiyaniyê de ev yek hat gotin :

Mixabin, me daxuyaniya Tobias Bellstrom bihîst ku dibêje piştgiriyê Kurdan yan jî YPG`ê nake.

Cihê xemgîniyê ye ku em daxuyaniyek wiha bibihîzin..

Ev yek tenê tenê ji bo razîkirina dewleta Tirk û ji bo pejirandina wê di NATO’yê de ye.

Di encamê de jî dewleta Swêdê dê bibe hevkarê dagirkeriya Tirk di siyasetên wê yên li dijî me û gelên herêmê û şerê li dijî terorê de.”

Daîreya hêvî kir ku hikumeta Swêdê cih û helwesta xwe ya birûmet di civata navnetweyî de biparêze.

Back to top button