Şandeyeke Amerîkî serdana Rojava kir

Pêr şandeyek ji Amerîka ku Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich jî nav de serdana Rojavayê Kurdistanê kirin.
Şandeya Amerîkî li wezareta Karê derve ya Rêveberiya xweser û bi Seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed re rûnişt.

Hemwextî gefên berdewam ên dagirkeriya Tirk, şandeyek ji Amerîka hat Rojavayê Kurdistanê.

Şande ji hêla Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin…

Di civînê de piştevaniya aramiya herêmê, rewşa kampan û kêşeyên hevbeş ên li dijî terorê hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd axivî û got :

Divê civaka navdewletî li ser çend astan piştgiriya jinavbirina terorê bi yekcarî pêşkêş bike..

Her wiha piştgiriya mirovî, siyasî û aborî û pêşxistina planên demdirêj ji bo kampa Holê.

Divê civaka navdewletî berpirsiyariya xwe li hember endamên DAIŞê û malbatên wan bigire ser milê xwe..

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich tekez kir ku Heta têkbirina DAIŞê emê li ser vê hevkariyê berdewam bin.

Me planên têkoşîna li dijî terorê û bûdceyek ji bo aramiya herêmê amade kiriye..

MSD’ê bi şandeya Amerîkî re rûnişt

Seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed jî li Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich civiya.

Herdû aliyan gef û êrişên Dewleta Tirk her wiha geşedanên li herêmê rû didin gotûbêj kirin..

Goldrich tekezî li ser piştgirîkirina diyalogên siyasî yên Sûrî-Sûrî, û giringiya nûneratiya hemû aliyên sûrî kir..

Her wiha tekezî li ser giringiya bihêzkirina aramiyê û pêşxistina çareseriyên radîkal ji bo pirsgirêkên kampan, hat kirin..

“Doza DAIŞ’ê dozeke navdewletiye”

Ji aliyê xwe ve Îlham Ehmed tekez kir ku pirsa DAIŞê pirseke navdewletî ye û pêwîstiya wê bi hewlên navdewletî heye..

Pêwîstiya herêmê bi piştevaniya navdewletî heye .

Back to top button