Mehmûd Hebîb: Her tişt hatiye tirkkirin

Berdevkê Hêzên El-Şemal El-Demokratîk Mehmûd Hebîb teqez kir ku rewşa Idlibê pir xirab e û hewldanên dewleta Tirk hene ku herêmên dagirkirî tev li xaka Tirkiyê bike.

Mehmûd Hebîb diyar kir ku gelê Sûriyê dibe qurbanê lihevkirina Rûsya bi dewleta Tirk.

Piştî 2019’a Idlib bû baregeheke sereke ya qurbanên peymanên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ku di civînên Astanayê de pêk hatine.

Têkildarî mijarê, Berdevkê Hêzên El-Şemal ê Demokratîk Mehmûd Hebîb axivî û got:

“Ji aliyê siyasî ve cebhet El-Nusra serweriya xwe Ii ser niştecihan ferz kiriye.

Komên Îslamî yên girêdayî dewleta Tirk jî danûstandinê weke welatiyên di bin dagirkeriyê de bi wan re dikin.

Ji ber vê yekê rewşa Idlibê pir xirab dibe.”

Li aliyekî din Mehmûd Hebîb da zanîn Rûsya ji dewleta Tirk xwest ku careke din lîsteya komên çeteyên li Idlibê ji nû ve saz bike, komên tundraw ji nav wan derxe û wiha pê de çû:

”Rûsya wan koman bi kar tîne û ji bo ku bajêr topbaran bike hebûna wan koman dike bihane.

Lê armanca sereke valakirina bajêr ji şêniyên wê yên resen e.”

”Tirkkirina herêmên dagirkirî didome”

Hebîb piştrast kir ku komên çeteyên ku fermanên xwe ji dewleta Tirk digirin xizmeta şoreşa Sûriyê û gelê Sûriyê nakin.

Ji ber ku van koman tiştek ji şoreşa Sûriyê re pêk neanî, lê berovajî wê bû xencereke jehrê di piştê şoreşê de.

Hebîb di berdewamiya axaftinê xwe de eşker e kir ku saziyên istixbaratên navneteweyî hene destwerdan li dosyaya Sûriyê kir.

Di serî de istixbaratên Tirkiyê li pişt wê jî Îxwan Muslimîn e ku ji xwe re Tirkiye navend digire.

Êdî gelê Sûriyê yê li bakurê Sûriyê dibe qurbanê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk. ”

Hebîb piştrast kir ku komên çeteyên ku fermanên xwe ji dewleta Tirk digirin xizmeta şoreşa Sûriyê û gelê Sûriyê nakin.

Di dawiyê de Mehmûd Hebîb bang kesên ku tevî komên çeteyan bûne kir ku li rastiya xwe vegerin.

Back to top button