Luqman Hesen: Wan Gerîlayan parastina Başûr ji DAIŞ’ê kirin

Çavdêrê Siyasî Luqman Hesen dibêje gerîlayan li Xelîfanê şehîd bûn, heman in yên ku parastina başûr ji DAIŞ’ê kirin.

Luqman Hesen ev daxwaz ji berpirsên PKK û KCK’ê kir:

”Ji her duyan dixwazin ku sebir bikin da ku ev şer nebe şerê Kurd bi Kurd.

Ev ji bo me metirsiyek mezine. Yê ku sûdê ji vî şerî bigire tenê dijminê Kurda ye.

Em ji PDK’ê jî dixwazin ku vegere ser hişê xwe û hêzê bi kar neyne.”

Luqman diyar kir ku heta yekîtiya Kurdan çênebe wê ev bûyer bi dawî nebin.

Çavdêrê Siyasî Luqman Hesen dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:

“Dema pêşmerge çûn Kobanê, hemû Kurd ketin nava kelecanê û şanazî pê kirin.

Ev gerîla jî ji bo me wiha ne.

Yên li Xelîfan hatine şehîdkirin, ew in yên ku li Kerkûkê li dijî DAIŞ’ê şer dikirin.

Û xaka Başûrê Kurdistanê parastin.”

Back to top button