Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocelan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin lidarxistin. Li herêma Cizîrê bi çalakiyên cur bi cur rojbûna rêber Ocelan hate pîrozkirin û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî hate kirin.
Îro bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê daketin qadan û rojbûna rêber APO pîroz kirin.
- Qamişlo
Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Insyatîfa Sûrî ya Azadî ji Rêber Ocelan re daxuyaniyek dan.
Daxuyanî li ber avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a NY ya li Qamişlo bi beşdariya bi dehan parêzer hate dayîn.
Cardin li Qamişlo bi armanca pîrozkirina 4’ê Nîsanê şahiyek hate lidarxistin.
- Amûd
Li Amûdê jî çalakiyek hate lidarxistin.
Şêniyên ku beşdarî çalakiyê bûbûn soza şopandina rêya fikir û felsefeya rêber Ocelan dan.
- Hesekê
Li Hesekê 1500 darên cur bi cur hatin çandin û şahiyek hate lidarxistin.
- Dirbêsiyê
Xelkê Dirbêsiyê jî bi şahiyekê rojbûna rêber APO pîroz kirin.
Dayikên beşdarî şahiyê bûbûn, rojbûna rêber Ocelan li tevahî Cîhanê pîroz kirin.
- Til Temir
Şêniyên li Til Temir jî şahiyek bi heman boneyê lidarxistin.
- Dêrik
Li kampa Newroz a Dêrik jî çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de dar hatin çandin, sivizyonek hate pêşandan û govend hatin gerandin.