Putin ji bo kim name şand, em dixwazin peywendiyên dualî xurt bikin

Di demekê ku Amerîka alîgirên xwe li derdora xwe kom dike de, Rûsya jî ketiye tevgerê. Rûsya dixwaze peywendiya li gel Koreya Bakur xurtir bike. Çapemeniya Pyongyangê ragihand ku Serokê Rûsya Putin ji bo lîerê Koreya Bakur Kim name şandiye û xwestiye têkliyên dualî yên navbera herdu welatan bê xurtkirin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di nameya ku ji lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un re şandiye de bal kişande ser girîngiya pêşxistina têkiliyên her du welatan.

Li gor nûçeya ajansa welat (KCNA), Putin nameye bi boneya Roja Azadiya Koreyê şandiye.

Di nameyê de, diyar kir ku her du welat wê “bi xebatên hevpar têkiliyên xwe yên çêker berfirehtir bikin”.

Hat ragihandin ku Putin her wiha diyar kiriye ku avakirina peywendiyên nêzîk wê di berjewendiya her du welatan de be û wê ewlehî û aramiya hem li Nîvgirava Koreyê û hem jî li herêma Bakurê Rojhilatê Asyayê xurtir bike.

Ajansê ragihand ku rêberê Koreya Bakur Kim jî nameyek ji Putin re şandiye.

Kim diyar kir ku dostaniya di navbera Rûsya û Koreya Bakur de bi serketina li hember Japonya ya di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de pêk hat û got; “hevkarî, piştgirî û hevgirtina stratejîk û taktîkî” ya di navbera her du welatan de êdî gihîştiye asteke nû.

Kim destnîşan kir ku hewldanên hevpar ên Koreya Bakur û Rûsyayê provokasyon û gefên “hêzên leşkerî yên dijmin” pûç kirine.

Kim her wiha pêşbînî kir ku hevkariya Pyongyang û Moskowê di çarçoveya peymana ku di sala 2019’an de li bajarê Vladivostok ê Rûsyayê bi Putin re hatibû îmzekirin “di her warî de” zêdetir pêş bikeve.

Di tîrmeha borî de, Koreya Bakur “komarên gel” yên Luhansk û Donetsk, ku ji aliyê hêzên bi piştgiriya Rûsyayê ve hatine kontrolkirin, wek dewletên serbixwe li rojhilatê Ukraynayê nas kir.

Pyongyang her wiha ragihand ku ew amade ye karkerên Koreya Bakur bişîne van herêman da ku di avahîsaziyê û pîşesaziyên din de bixebitin.

Li aliyê din Ukrayna têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Koreya Bakur re ku serxwebûna Luhansk û Donetsk nas kiribû qut kir.

Back to top button