Metirsiya ji Santrala nukleerî ya li Zaparzhya zêde bûye

Metirsiya nukleerî ya di şerê li Ukrayna de zêde bûye. 42 welatan bang li rêveberiya Moskow kirin ku ji herêma santrala nukleerî ya li Zaporzhya vekişin û radestî Ukrayna bikin. Hemwextî vê bangê, doh ji li derdora santralê şerên dijwar rûdan.

Di şerê li Ukranya de metirsiya felaketeke nukleerî xwe dide hîskirin.

Demên dawî metirsiya li santrala nukleerî ya Zaporozhya ya li nêzî bajarê Enerhodar ê Ukraynayê şer dijwar dibe.

Ji ber vê yekê bangeke nû li Rûsya hate kirin.

42 Welatan ji Rûsya daxwaza radestkirina Santralê bo Ukrayna kirin

Tirkiye jî di nav de, 42 welatan li ser mijarê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin:

“Hebûna leşker û çekan a Rûsyayê li Santrala nukleerê ya Zaporozhye nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de ji Rûsya hate xwestin ku tevahî hêzên xwe yên li herêmê vekişîne da ku rêveberên Ukrayna bikarin bi awayekî serbixwe erkên xwe bicih bînin.

Hemwextî vê ji bo Ajansa enerjiya Atomê ya Navneteweyî ku navenda wê li Viyanayê ye, bikare kerka xwe ya kontrolkirina santralê pêk bîne.

Ji parzemîna Asya, Ewropa û Amerîka welatên li binê peymanê îmze kirî hene.

Di daxuyaniya hevpar a welatên G7 ku hefteya borî hat weşandin de, ji Rûsyayê hat xwestin ku tavilê hemû kontrola santrala nukleerî ya Zaporozhye radestî Ukraynayê bike.

Şerê li herêmê Metirsiyê zêde dike

Santrala nukleerî ya Zaporozhye ku mezintirîn santrala nukleerî ya Ewropayê ye, meha Adarê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatibû kontirolkirin.

Lê, santrala hîna jî ji hêla Ukrayniyan ve tê xebitandin.

Bombabarana ku di hefteyên dawî de li herêmê zêde bûyîn, fikarên li ser santralê zêde kirine.

Bajarê Enerhodar ku santrala elektrîkê lê ye duh bû armanca topan.

Di encamê de, sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Ji êrişê aliyan hevdu sûcdar dikin.

Ukrayna Rûsyayê bi wê yekê tawambar dike ku ji herêmê êrişên li dijî Nikopol û Marhanez pêk tîne.

Li aliyê din Rûsya îdia dike ku Ukraynayê bi balafirên bêmirov, topên giran û roketavêjan li santralê xistiye.

Zelensky: Hêzên Rûsya yên li santralê Armanca artêşa me ne

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky Şemiya borî got; Hemû leşkerên rûsî yên ku agir bi santrala nukleerî ya Zaporozhye an jî bi karanîna vê santralê ve kar kirîn wê bibin armanca hêzên me.

Back to top button