Li bajarê Xelal Abad berpirsê istixbarata çeteyên DAIŞ’ê hat kuştin

Li Efxanistanê berpirsê istixbarata çeteyên DAIŞ’ê bi opersyonekê taybet hat kuştin.

Hêzên Ewlehiyê yê Efxanistanê îro bi daxuyniyekê agahiyên derbarê kuştina berpirsê DAIŞ’î eşkere kir.

Li gorî hêzên ewlehiyê şeva borî di operasyoneke taybet a artêşê li bajarê Xelal Abad a girêdayî wîlayeta Nengerhat, berpirsê giştî yê istixbarata çeteyên DAIŞ’ê hat kutşin.

Hêzên Ewlehiyê yê Efxanistanê da zanîn ku çeteyê hatî kuştin navê wî Ziyaureman e û bi nasnavê Esedula Urkize tê naskirin û ji xelkê Pakistanê ye.

Back to top button