Bargehên komên Îranê li Şam û Quneytirayê ji aliyê Israîlê ve hatin bombebarankirin.
Ajansa SANA ya nûçeyan a hikumeta Şamê ragihand ku nuqteyên Îranê li gundewarê Şamê û başûrê Quneytirayê, şeva borî ji aliyê Israîlê ve hatin bombebarankirin.
Ajansê li ser zimanê jêdereke leşkerî anî ziman ku 3 leşker hatin kuştin û yekî din birîndar bû.
Her wiha Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî armanckirina van nuqteyan piştrast kir û kuştina 8 çekdarên Îranî û rûxandina bargehên mûşik û maşîneyan ragihand.