Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso got êrişên Dîfa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Qamişloyê, plankirî ne û armanca wan têkbirina ewlehiya li herêmê ye. Hiso diyar kir ku hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên vê yekê ne.
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso têkildarî mijarê axivî û weha got:
Ev êriş ji aliyê hêzên hundirîn û hin hêzên derve ve hatiye plankirin.
Armanc ew e ku ewlehiya herêmê têk bibin û fitneyê navbera pêkhateyan derxin.
Di radeya yekemîn de Rûsya û hikumeta Şamê berpirsên van bûyeran in.
Xerîb Hiso diyar kir ku hikumeta Şamê danûstandinan red dike, vîna gelên Bakur û Rojhilat Sûriyê qebûl nake û ji bo derxistina komployan, Dîfaa El-Wetenî bi kar tîne.
Hemwextî van êrişan, dewleta Tirk mala ku rêber Ocalan li gundê Elpelûrê lê maye, kir hedef û Rûsyayê xwe ji nuqteyên li Til Rifetê vekişand.
Hiso got, ev siyaset bi hev ve girêdayî ne, dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê siyaseteke hevbeş dimeşînin.
Ev kiryarên Rûsya û hikumeta Şamê ti çareseriyeke siyasî bi xwe re naynin.
Berovajî, wê danûstandinan asteng dikin.
Xerîb Hiso: Gelê me bi van siyasetan dizane
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi van siyasetan neyên xapandin, bibin yek û li hemberî fitneyan xwedî helwesteke nîştimanî bin.